Ano Cewher: YNK sedema nehêlana kursiyên kutayan bû

Ano Cewher
Ano Cewher

Navenda Nûçeyan (K24) - Daxuyaniyên dijhev ên YNKyê di derheqa biryara Dadgeha Federalî û rakirina kutayên pêkhatan li Perlemana Kurdistanê de wesa kiriye ku pêkhatên Herêma Kurdistanê YNKyê li dijî mafên xwe bibînin. Serokê Hevpeymaniya Hamorabiyê jî dibêje, “Daxuyaniyên cuda cuda rûyên YNKyê li beranberî wê ya ku di derheqa maf û azadiyên pêkhatan de kiriye spî nakin”.

Piştî biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhatan, êdî kutayên pêkhatan neman lê berpirsên YNKyê daxuyaniyên dijhev belav dikin, ev jî di demekê de ye ku wan ew daxwaz biribû Dadgeha Federalî.

Serokê Hevpeymaniya Hamorabiyê Ano Cewher taybet ji K24ê re ragehand, “YNKyê skala li Dadgeha Federalî tomar kir ji bo ku kursiyên kutayên Perlemana Kurdistanê nemînin, herwesa daxuyaniyên wan ên cuda cuda rûyên berpirsên wê li beranberî wê ya ku di derheqa maf û azadiyên pêkhatan de kiriye spî nakin”.

Tevî ku biryara Dadgeha Federalî bû sedema nîgerniya pêkhatan û hejmareke aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, ku ew biryara hind qanûnî nîne hindî ku siyasî ye, lê berpirsên YNKyê piştevaniya wê biryarê dikin.

Çavdêrê Siyasî Dilşad Mistefa Wesanî jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “YNK li ser parastina wî emanetê ku Mam Celalî jê re hêlaye şkestiye”.