Di Newroza îsal de du kolber bi teqeya hêzên Îranê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di Newroza îsal de du kolber li ser sinorên Rojhilatê Kurdistanê bi teqeya hêzên çekdar ên Îranê hatin kuştin. Malpera Kolber Newsê jî ragehandiye, di heyama navbera Newroza par heta Newroza îsal de, li sinorên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 44 kolber hatine kuştin û 400 kolber jî hatine birîndarkirin, ku 37 ji wan kuştî û birîndaran zarokên di bin jiyê 18 saliyê de ne.

Rêkxistina Hengawê ya Mafên Mirovan îro (Duşem, 25.03.2024) ragehand, “Kolberekî 22 salî yê xelkê Baneyê bi navê Soran Ebdî di dema kolberiyê de li sinorê Hengejaleya Baneyê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Îranê hat kuştin, ku zewicî bû û hevjîna wî ducan e.

Wê rêkxistinê amaje jî da, “Kolberekî xelkê sinorê Ciwanroyê bi navê Mihemed Bayer Mihemed ê 48 salî di dema kolberiyê de li sinorê Newsûdê ji ber rawestiyana dilî mir, kurê wî jî bi navê Mîlad Mihemed ê 15 salî li roja Înê di dema kolberiyê de li eynî sinorî ji bilindahiyekê keft, bi giranî birîndar bû û niha li jêr çavdêriya pizişkî ye.

Malpera Kolber Newsê di raportekê de nivîsiye, di heyama navbera Newroza par heta Newroza îsal de li sinorên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmanşanê 44 kolber hatine kuştin û 400 kolber jî hatine birîndarkirin, ku hejmara wan li beranberî sala 2022ê 90% zêde bûye. 37 ji wan kuştî û birîndaran zarokên di bin jiyê 18 saliyê de ne.

Her li dû raporta wê malperê, teqeya hêzên çekdar ên Îranê, teqîna mînan, rabûna reniyên befrê, reqbûna ji serma de, xendiqîna di avê de, rûdanên hatin û çûnê û keftina ji bilindahî û çiyayan sedemên kuştin û birîndarkirina kolberan in.

Çavkaniya navbirî ron jî kiriye, “31 kolber bi teqeya hêzên çekdar ên Îranê, du kolber ji aliyê hêzên parastina sinorên Îranê ve di bin erebeyan ve hatine kirin û kolberek jî bi teqeya hêzên parastina sinorên Îraqê hatiye kuştin. Herwesa sê kolber ji serma de req bûne, du kolber di avê de xendiqîne, du kolber ji ber rawestiyana dilî, du kolberên din ji ber rûdanên hatin û çûnê di dema kolberiyê de û kolberek jî ji ber keftina ji bilindahiyê mirine.

337 kolber bi teqeya hêzên çekdar ên Îranê û du kolber bi teqeya hêzên zêrevanên sinorên Îraqê birîndar bûne. Herwesa 14 kolber ji ber lêdanê ji aliyê hêzên Îranê ve û 17 kolber jî ji ber lêdanê ji aliyê hêzên zêrevanên sinorên Îraqê birîndar bûne. Herwesa hêzên Îranê bi avêtina beran çar kolber birîndar kirine, heft kolber ji ber teqîna mînan birîndar bûne, 10 kolber ji bilindahiyên çiyayan keftine û neh kolber jî ji ber rûdanên hatin û çûnê di dema kolberiyê de birîndar bûne.