Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyan li Parîsê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina peywendiyên bazirganî û bankî yên Hewlêr û Parîsê li Fransayê ye û biryar e bi Şêwirmendê Bilind ê Serokê Fransayê Emanuel Macron re bicive.

Peyamnêrê K24ê li Parîsê ragehand, “Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî li Parîsê ne û hevdîtin û civîna wan a yekê dê bi Serokê Şaredariya Mezin a Parîsê re be, paştir jî bi odeyên bazirganî û kompaniyên Fransayê re dicivin, bi merema anîna weberhênerên Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê”.

Herwesa biryar e ew şand îro bi Şêwirmendê Bilind ê Serokê Fransayê Emanuel Macron re bicive. Armanca serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Fransayê bihêzkirina peywendiyên bankî û çandinê ye.

Ev di demekê de ye ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî giringiyeke zêde daye kertê çandinê yê Herêma Kurdistanê wekî palderek ji bo zindîkirina berhemê cotyaran, berhemên çandinê yên xwemalî li sûkên derve berçav kirin, wekî sêv, hinar, petat, birinc û çend berhemên din.

Herwesa di kertê bankî de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya Hejmara Min ragehand, ku heta niha jî piroseya tomarkirina navan di wê pirojeyê de berdewam e.

Heta niha zêdetirî 220 hezar mûçexuran di pirojeya Hejmara Min de hatine tomarkirin û biryar e tevaya mûçexurên Herêma Kurdistanê di wê sîstemê de bên tomarkirin.