Fuad Hisên: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tewerekî danûstandinên Amerîkayê bi Sûdanî re ye

Fuad Hisên
Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê li Waşintonê radigehîne, “Di çarçoveya serdana Sûdanî ji bo Amerîkayê de, pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê tewerekî danûstandinan be”. Herwesa dibêje, “Wekî ku ez di Sûdanî gehiştime, ew dê mûçeyên meha Adarê jî bişîne”.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên di konfiranseke rojnamevanî de li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ragehand, "Li ser pirsa mûçeyan kar hatiye kirin, tevî ku heta niha arêşe nehatine çarekirin lê pêşbînî tê kirin ku di van çend rojan de bên çarekirin”. Herwesa got, “Wekî ku ez di Sûdanî gehiştime, çi arêşe nînin û ew dê mûçeyên meha Adarê jî bişîne”.

Wezîrê Derve yê Îraqê li ser serdana vê carê ya Şanda Bilind a Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Sûdanî ji bo Waşintonê got, “Endamên Kurd jî di nav wê şandê de hene û naveroka danûstandinan jî ji serdanên pêştir cudatir e û çend pirsên din jî ji bo behskirinê hene, lê ew pirsên peywendî bi bank û dolar û dînarî ve heye dê her bên behskirin.

Fuad Hisên tekez jî kir, “Bi piştrastî ve pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê re tê behskirin, ji ber ku çend kompaniyên berhemanîna petrolê yên Amerîkayî hene ku bê goman wan jî arêşeyên xwe bi Kongirês û îdareya Amerîkayê re behs kirine”.

Berdevkê Koçka Spî Karine Jean-Pierre Îniya borî, 22.03.2024, ragehandibû, “15ê Nîsana îsal Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koçka Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dike”.

Berdevkê Koçka Spî herwesa got, “Her du serkirde hevahengiyê ji bo karên xwe yên pêşiyê yên hevpar û mukomkirina peywendiyên dualî yên Amerîka û Îraqê dikin, herwesa şêwirê li ser şkandina biyekcarî ya DAIŞê û pêşveçûna erkê serbazî piştî pêkanîna Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şkandina DAIŞê dikin.