Welatiyên Mêrdînê aramî û xizmetê ji namzetan dixwazin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Yek ji navendên ku encamên hilbijartinan lê tê mereqkirin Mêrdîn e ku Dem Partî dibêje ewê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji destê qeyum derxin. Nûnerên saziyên sivîl jî dibêjin pêdiviya xelkê Mêrdînê bi 2 tiştan heye yek aramî ye û ya din jî xizmet e.

Wekî pirraniya bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarê pêkvejiyanê yê Bakurê Kurdistanê li Mêrdînê jî rikeberiya hilbijartinên şaredariyan dê navbera Ak Partî û Dem Partî de be ku niha şaredarîya bajarê Mezin a Mêrdînê di destê qeyum de ye kû di 19ê Tebaxa 2019an qeyum lê hatibû danîn. Dem Partî jî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê vegerîne xebatên xwe didomîne û namzetên Dem Partiyê jî bo wergirtina dengan serdana welatiyan dikin.

Di hilbijartinên 2019an de HDPê li Mêrdînê %56ê dengan wergirtibû û Ak Partiyê jî %28 deng wergirtibû nunerên saziyên sivîl ên Mêrdînê jî bang dikin ku kîjan alî were ser rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê divê ji îdeolojiyan dur giringiyê bidin aramî û xizmetê.

Di 2023yê de 2 milyon û 650 hezar geştiyar hatine Mêrdîn û bihayê 1 milyar dolaran hinarde hatiye kirin lê rêjeya îstîhdamê li gel van reqeman %33 ye ku nunerên saziyên sivîl bang dikin ku pirsgirêka bêkariyê were çareserkirin.