Romana Revîn ber bi Kopîtkê ve bi zimanê Farisî hat belavkirin

Wergera Farisî ya romana Revîn ber bi Kopîtkê ve
Wergera Farisî ya romana Revîn ber bi Kopîtkê ve

Navenda Nûçeyan (K24) - Romana Revîn ber bi Kopîtkê ve, ku ji nivîsîna nivîser û rojnamevan Ehmed Zawîteyî ye, ji aliyê helbestvan û rojnamevan Gulbax Hewramî ve ji bo zimanê Farisî hatiye wergerandin û di 272 rûpelan de hatiye çapkirin.

Romana Revîn ber bi Kopîtkê ve, ku pêştir bi zimanên Kurdî û Erebî û Ingilîzî hatibû çapkirin, ji aliyê şair û rojnamevan Gulbax Hewramî ve ji bo zimanê Farisî hatiye wergerandin û di 272 rûpelan de hatiye çapkirin.

Romana Revîn ber bi Kopîtkê ve çîroka ciwanekî Kurd e ku piştî çend salan vedigere Dihokê û bi çend filaşbagan serederiyê bi rûdanên dilhejîn ên koça Kurdan a piştî serhildana sala 1991ê dike.

Nivîserî di vê romanê de ew yek berçav kiriye ku Kurd 10 rojan bi pêyan ber bi sinorên Tirkiye û Îranê ve diçûn, çiya û kendalan jî êrîşî wan dikir, vê yekê jî wesa li wan kir ku bawer ji wê gotinê nekin a ku dibêje: Tenê çiya dostên Kurdan in. Wê demê çiyayan jî pişta xwe dabû dostîniya Kurdan.

Nivîser û rojnamevan Ehmed Zawîteyî di pêşgotina romana xwe ya bi navê Revîn ber bi Kopîtkê ve de, ku pareke koça Kurdan a sala 1991ê ji bo ser sinorên Tirkiye û Îranê wêne dike, dibêje, “Ji vê romanê pê ve tiştek ji koça milyonî ji bo min nemaye û di wê koçê de ji reva bikom zêdetir tiştek ji bo min nemaye, em dikarin wê wekî koça milyonî ber bi sinorên Tirkiyeyê ve jî binav bikin. Ev jî ew roj bûn ku ji bo berî 26 salan vedigerin. Wê demê serhildana me ya 15 rojî li beranberî artêşa Îraqê şkest û me hêza xwe ji dest da, em hemî bi jin û mêr û zarok û pîr û kal û pekkeftî ve revîn. Ew rûdanek bû ku di dema xwe de cîhan hejand û piştî hingê rûdanên din li dû xwe anîn”.

Nivîserê wê romanê, ku xwediyê Dîroka Rojnamevaniyê bi zimanên Kurdî û Erebî ye, hin berhemên din jî bi zimanên Kurdî û Erebî çap kirine, herwesa xwediyê 14 kitêban e ku du ji wan roman in.