Koçberiya Navdewletî: Di 10 salan de 63 hezar koçberan canê xwe jidest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Rêxistina Koçê ya Navdewletî di 10 salên dawî de, zêdetirî 63 hezar kesî canê xwe jidest dan.

Rêxistina Koçê ya Navdewletî di raportek de diyar kir, di navbera salên 2014 û 2023'an de li seranserê cîhanê zêdetirî 63 hezar kesî di rêyên koçberiyê de mirine yan winda bûne. Ji vê hejmarê, zêdetirî 28 hezar koçber di Deryaya Spî de canê xwe jidest dane.

Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navdewletî, Jorge Galindo got ku ji sedî 60 ê mirinên ku hatine ragihandin, ji ber xeniqînê ne.

Galindo di rapora xwe ya 10 salî de got: Sala 2023’an, sala herî kujer a koçberan bû ku tenê wê salê 8500 kes mirin, ji wan 3700 kes ji ber xeniqînê bûn.

Berdevkê rêxistinê got ku ev hejmar metirsîdar in ji ber ku mirov hîn jî amade ne ku jiyana xwe bixe xetereyê da ku jiyanek çêtir bibînin.

Rêxistinê da zanîn, yek ji sê termên ku hatine tomarkirin ji welatên ku pevçûnên çekdarî an şert û mercên jiyanê yên dijwar lê hene ne, wek: Afganistan, Burma, Sûriye û Etiyopya.

Amaje bi wê jî kir, hejmarek mezin ji terman nehatine naskirin. Herwiha rêxistin bang kir ku divê rê li ber koçberiya qanûnî weregirtin, ta ku koçber nebin qurbaniya rêyên metirsîdar.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê re ku biryar e di navbera 6 – 9ê Hezîranê de bê kirin, encamên rapirsiyekê ku ji aliyê navenda Ipsos ve hatiye kirin, diyar dike ku nîvê Ewropiyan qanûnên penaberan napejirînin û daxwaza kontrola sînoran dikin.

Li gorî rapirsiyê ku li 18 welatan di nav 26 hezar kesan de hatiye kirin; %51 ji Ewropiyan nêrînek “neyînî” li ser siyaseta koçberiyê ya Yekîtiya Ewropî heye û tenê %16 nêrîna wan “erênî” ye. %32 jî gotin ku bandora siyasetê “ne erênî û ne û neyînî” ye.