Li Ezazê teqînek çêbû: 8 kuştî û 23 birîndar

Teqîna Ezazê
Teqîna Ezazê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê zêdetir ji 30 welatiyan di encama teqîna bombeyeke vedayî li navenda bazarekê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî di encama teqîna bombekê li navenda bazareke Ezazê de, 8 welatî hatin kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn.

Bajarê Ezazê 20 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Li herêmên ku di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.