Yarîgeha Akrê bi gojimê 300 milyon dînaran hat nûjenkirin

Yarîgeha Akrê
Yarîgeha Akrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Yarîgeha Fotbolê ya Akrê bi gojimê 300 milyon dînaran hat nûjenkirin û Fermangeha Medya û Zanyaran belav kiriye, “Ev yarîgeh niha ji bo birêvebirina çalakiyên werzişî amade ye”.

Di dema borî de yarîgehên Dînarte û Berdereşê hatibûn nûjenkirin, niha jî yarîgeha Akrê bi gojimê 300 milyon dînaran hatiye nûjenkirin û ciwan û werzişvanên deverê dikarin ji bo çalakiyên werzişî feydeyî jê werbigirin.

Wezişvan Nîdar Ferxo ji aliyê xwe ve ji Fermangeha Medya û Zanyaran re gotiye, “Xelkê Akrê bi nûjenkirina vê yarîgehê gelek dilxweş e, ku ev çend sal bûn hatibû piştguhxistin. Di dema borî de ku baran barîba, em neçar bûn berê xwe bidin yarîgeheke din”.

Herwesa Rahênerê Yaneya Akrê Hejar Sabir jî got, “Ev çend sal in ku em bê yarîgeh bûn, em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li dû daxwaza me hat û ev yarîgeh ji me re dabîn kir. Ji niha û pê de em dê bizavê bikin ku çalakiyên xwe yên werzişî pêş ve bibin”.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giringî ve li kertê werzişê dinêre û ji bo bihêzkirina jêrxaneya werzişê piştevana tevaya werzişvanan e.