Li Efrînê 3 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Bajarê Efrînê / Wêne: Star Ehmed - K24
Bajarê Efrînê / Wêne: Star Ehmed - K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar a bi navê “Polîsa Medenî” roja 25ê Adarê kalemêrê 70 salî yê bi navê Ebdulezîz Ehmed Îbrahîm ji bajarokê Cindirêsê revand, ku berî çend rojan ji herêma Şehbayê vegeriyabû Efrînê.

Diyar kir jî, roja 23ê Adarê jê kalemêrê 64 sal yê bi navê Mihemed Husên li gundê Gemrûkê yê ser bi navçeya Mabeta ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê jî kir, welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl Mihemed yê 40 salî roja 29ê Adarê ji aliyê grûpeke çekdar ve hat revandin û piştî dana 7 hezar dolar hat berdan.

Şeş sal di ser dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve derbas dibin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.