Reuters: Israîlê mala balyozê Îranê li Dîmeşqê bombebaran kir

Wêneyekê erşîfî / teqînek li devera Mîzeyê li meha Çileyê ya 2024ê
Wêneyekê erşîfî / teqînek li devera Mîzeyê li meha Çileyê ya 2024ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend teqîn li derodrên Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê çê bûn, Ajansa Reutersê ji aliyê xwe ve ragehand ku, Israîlê mala balyozê Îranê li Dîmeşqê bombebaran kiriye.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Çend teqîn li derdorên Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê çê bûn”.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê çi zanyarek li ser cihê wan teqînan û zirarên canî û madî belav nekiriye, lê amaje daye, “Artêşa Israîlê avahiyek li wê taxê kiriye armanc”.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ji aliyê xwe ve zêdetir zanyar li ser wan teqînan eşkere kirin û amaje da ku, ew teqîn li devera Mîzeyê ya rojavayê Dîmeşqê çê bûne.

Di eynî demê de çend ajansên nûçeyan ji çend çavkaniyên Îranî eşkere kiriye ku, avahiyê Balyozxaneya Îranê li Dêmeşqê û mala Balyozê Îranê ji aliyê Israîlê ve hatine armanckirin.

Medyayên Îranî behsa wê yekê jî dikin ku, Balyozê Îranê bi serkirdeyên Bizava Cîhadê re li nav wî avahî di civînê de bûn.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duhî jî (Yekşem, 31ê Adara 2024ê) belav kiribû, “Ji verêja teqîna erebeyeka bombekirî li yek ji sûkên milî yên bajarkê Azazê yê girêdayî parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê, heşt kes hatin kuştin û zêdetirî 25 kesan jî birîndar bûn”.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan herwesa ragehand, “Zêdebarî zirarên canî, teqîna Azazê gelek zirarên madî gehandine sûka milî ya Azazê”.

Azaz girêdayî parêzgeha Helebê ye û li bin kontirola komên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê ye.