Miqawimeya Îslamî li dijî Amerîka û Israîlê gefên destpêkirina çalakiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî êrîşa Israîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqê û kuştina hejmareka endamên artêşa Pasdaran û milîşyayan, Bereyê Miqawimeya Îslamî li dijî Amerîka û Israîlê gefên destpêkirina çalakiyan dike.

Ji bo heyama du mehan agirbesta ranegehandî di navbera milîşyayên nêzî Îranê li Îraq û Sûriyeyê bi Amerîkayê re hebû, lê piştî weşandina gurzê serbazî ji aliyê Israîlê ve û kuştina heşt endamên artêşa Pasdaran û milîşyayên girêdayî Îranê li Dîmeşqê ku du ji wan berpirsên bilind bûn, dibe ku xala dawiyê ya wê bêdengiyê be û careka dî rewşa Îraq û Sûriyeyê têk biçe.

Ebu Alaê Welaî, ku Emîndarê Ketîbeyên Seyîdulşuhedayê ye û yek ji sîmayên diyar ên Bereyê Miqawimeya Îslamî ye, bi belavkirina ayeteka Quranê gefên tolvekirina kuştina du berpirsên bilind ên artêşa Pasdaran dike.

Ji gefên Ebu Alaê Welaî tê pêşbînîkirin ku bibin çirîska agirê êrîşên komên çekdar bo ser bingehên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê ji ber ku wan koman nêzîkiya xwe ji bo Îranê veneşartiye.

Amaje ber bi wê yekê ve diçin ku çend sînaryo li ber destê Îranê hene ji bo bersivdana wê êrîşa li ser konsulxaneya wê li Dîmeşqê hatiye kirin û kuştina berpirsên artêşa Pasdaran, ya herî giring jî destpêkirina êrîşên milîşyayan bo ser bingehên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê ye. Heta tê pêşbînîkirin jî ku vê carê komên çekdar êrîşên xwe ji bo ser axa Israîlê jî zêde bikin.

Sînaryoyeka dî ya bersivdana Îranê ji bo gefên Israîlê paldana Hizbulaha Libnanî ye ku zêdetir bi Israîlê re biçe nav kûrahiya şerî û berfirehkirina êrîşên wê ye ji aliyê bakurî ve bo ser Televîvê.

Pêşbîniyeka lawaz jî heye ku Îran rasterast êrîş bike ser Israîlê, lê kêmtir rê diçe wê ji ber ku di çend dehsalên borî de Îranê dest û tilên xwe bi bikaranîna komên çekdar ên milîşyayan ji bo bergirîkirina ji berjewendiyên xwe û bikaranîna wan ji bo bersivdana neyarên xwe nerim kirine, lewma jî tê çaverêkirin ku careka dî îran karta komên çekdar bi kar bîne, meydana bikaranîna wê kartê jî dê Îraq, Sûriye, Yemen û Libnan bin.