Îbrahîm Reîsî: Êrîşa Israîlê bê bersiv namîne

Îbrahîm Reîsî
Îbrahîm Reîsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îranê di derheqa êrîşa Israîlê ya li ser Dîmeşqê de radigehîne, “Divê Israîlî bizanin ku bi van kiryarên nemirovane qet nagehin armancên xwe, roj bi roj jî Bereyê Miqawimeyê bihêztir dibe û ew tawan jî bê bersiv namîne”.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di beyannameyekê de êrîşa Israîlê ya li ser Dîmeşqê û kuştina hejmareka şêwirmendên serbazî yên welatê xwe şermezar kirin û ragehand, “Êrîşa Israîlê ya li ser avahiyê Konsulxaneya Îranê li DÎmeşqê kiryareka nemirovane ye û binpêkirineka eşkere ya biryarnameyên navdewletî ye”.

Serokkomarê Îranê herwesa got, “Ew fermandeyên artêşa Pasdaran ên ku hatine armanckirin cengawerên serdema bergiriya pîroz bûn û niha jî bi erkê zêrevaniya cihên bilind û pîroz ên Îslamê û miorvatiyê li Sûriyeyê bûn”.

Îbrahîm Reîsî di beyannameya xwe de amaje daye, “Rijêma dilbikîn a Israîlê ji bo xwerizgarkirina ji şkestin û bizavên xwe yên bêencam li beranberî bawerdaran û morala mucahidên Bereyê Miqawimeyê, bi awayekê çavkoranî dest bi terorkirin û biryardanê kiriye, lê divê bizane ku ew karên wê yên nemirovane qet nagehin armanca xwe û roj bi roj dê şahida bihêzbûna Bereyê Miqawimeyê û nefret û tûrebûna neteweyên azadîxwaz li beranberî pirojeyên xwe yên nerewa be”.

Navbirî herwesa gefa tolvekirina qurbaniyên êrîşa asmanî ya duhî (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) kir û got, “Ew kiryara tawankarî û nemerdane ya Israîlê bê bersiv namîne”.

Duhî (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) balafirên şerî yên Israîlê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê avahiyekê nêzî Balyozxaneya Îranê kir armanc.

Piştî çend seetan ji wê êrîşê, artêşa Pasdarên Îranê bi awayekî fermî kuştina du fermande û pênc şêwirmend û efseran di wê êrîşa Israîlê de ragehand.