Îraq êrîşa li ser Nûnerîtiya Îranê li Sûriyeyê şermezar dike

Logoya Wezareta Derve ya Îraqê
Logoya Wezareta Derve ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îraqê di ragehandinekê de êrîşa Israîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyî şermezar dike.

Wezareta Derve ya Îraqê ragehand, “Êrîşa Israîla dagirker binpêkirineka eşkere ya biryarnameyên navdewletî û serweriya Sûriyeyê ye, herwesa li ser ewlehiya şandiyên diplomatî jî metirsî ye ku li dû qanûnên navdewletî wan parêzbendî heye”.

Wezareta Derve ya Îraqê amaje jî daye, “Ew êrîş dibin sedema berfirehbûna bazinê aloziyan û zêdebûna têkdan û neseqamgiriyê li deverê”.

Wezareta Derve ya Îraqê careka dî daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ku lezê di rawestandina operasiyonên kuştinê û wêrankirina kertê Xezzeyê û armanckirina axa Sûriyeyê de bike.

Duhî (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) balafirên şerî yên Israîlê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê avahiyekê nêzî Balyozxaneya Îranê kir armanc.

Piştî çend seetan ji wê êrîşê, artêşa Pasdarên Îranê bi awayekî fermî kuştina du fermande û pênc şêwirmend û efseran di wê êrîşa Israîlê de ragehand.