Li çiyayê Şingalê erebeyeke PKKyê hat armanckirin

Erebeya ku li çiyayê Şingalê hat armanckirin
Erebeya ku li çiyayê Şingalê hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di êrîşeke asmanî de ku ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ve hat kirin, li çiyayê Şingalê erebeyeke çekdarên PKKyê hat armanckirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji K24ê re ragehand, “Ew êrîş li nêzî kempa Serdeştê li ser çiyayê Şingalê hatiye kirin ku hejmareke awareyên Şingalê tê de akincî ne”.

Wê çavkaniyê herwesa amaje da, “Di wê bombebaranê de, erebeyeke çekdarên PKKyê hat armanckirin ku sê çekdar tê de bûn”.

Çavkaniya jê gotî eşkere jî kir, “Carê cûnê wê erebeyê nehatiye zanîn lê li dû amarên destpêkê, şoforê wê erebeyê hatiye kuştin û du çekdarên dî jî ku neferên wê erebeyê bûn hatine birîndarkirin”.