Tirkiye.. 11 jin ji bo serokatiya şaredariyan hatine hilbijartin

Vavartina dengên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê
Vavartina dengên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê, 11 jin wekî serokên şaredariyan hatine hilbijartin.

Rojnameya Huriyetê ya Tirkiyeyê belav kiriye, “Li dû encamên destpêkê yên vê gera hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê li beranberî yên gera pêştir ku li sala 2019ê hatine kirin, bi rêjeya 36% zêde bûye”.

Wê rojnameyê nivîsiye, “Di hilbijartinên vê carê de, 11 jinan kursiyên serokatiya şaredariyên parêzgehên Tirkiyeyê misoger kirine. Ev di demekê de ye ku di gera pêştir de tenê çar jin karîbûn di hilbijartinan de serkeftî bin”.

Ji wan 11 jinên ku wekî serokên şaredariyan hatine hilbijartin, şeş ji wan kandîdên CHPyê ne, çar kandîdên Dem Partiyê û yek jî kandîda AK Partiyê ye.

Roja Yekşemê, 31ê Adara 2024ê, hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, ku 34 partiyên siyasî hevrikî li ser serokatiya 81 şaredariyan kir.

Di wê piroseya hilbijartinan de, zêdetirî 61 milyon kesan mafê dengdanê hebû. Li dû ragehandina Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê, 100% deng hatine vavartin, lê tiştê ku hatiye ragehandina heta niha tenê encamên destpêkê ne û biryar e piştî yekalîkirina skalayan, encamên dawiyê bên ragehandina.