Biryara betalkirina mafê şaredariyê yê Abdullah Zeydan rastî bertekên tund tê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Diyarbekirê mafê hilbijartinê yê Abdullah Zeydanê li Wanê serketibû betal kir û Namzetê Ak Partiyê şûna wî wek şaredar destnîşan kir. Li ser vê yekê jî mafnas û hiquqnasan bertek nîşan dan û amajekirin ku ev yek zirarê dide demokrasî û pêkvejiyanê.

Mafê şaredarbûnê yê Abdullah Zeydanê di 31ê Adarê de ji Dem Partiyê li Wanê bibû yekem hat betalkirin û ji dêvla wî namzetê Ak Partiyê Abdulahat Arvasê bibû duyem, wek Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat destnîşankirin. Li ser vê yekê jî hiquqnasan amaje kirin ku ev kiriyar ji hiqûqê dûr e û divê demildest ev biryar were betalkirin û Baroya Diyarbekirê û parêzerê Abdullah Zeydan bal kêşandin ku biryareke siyasî hatiye dayîn.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ji K24ê re got: “Dema mirov li wextê îtîrazê dinihêra ku beriya hilbijartinan serîlêdan hatiye kirin em dibînin ku beriye bi plansaziyekê ev yek hatiye kirin. Divê CHP jî tê de hemû alî bertek hember vê rewşê nîşan bidin û bêdeng nemînin.”

Li ser biryara betalkirina mafê şaredarbûna Abdullah Zeydan welatiyên Wanê li ber avahiya DemPartiyê kom bûn û welatiyan bi çalakiyan bertek li dijî biryar nîşan dan û navbera welatiyan û hêzên ewlekariyê de alozî derket û hêzên ewlekariyê mudaxaleyî çalakvanan kir.  Derbarê biryarê de mafnasan jî amaje kirin ku biryara hatî dayîn binpêkirina vîna gelê kurd e.

Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan Tahîr Saçakli dibêje: “Wek pergala qeyumtiyê û qebûlnekirina vîna gelê kurd dixwazin peyamekê bidin kurdan, ev yek bo demokrasiya Tirkiyeyê xetereyekê bi xwe re tîne. Bo tevahiya Tirkiyeyê xetereyeke mezin e ji ber ku dê bertekên mezin bi xwe re bîne.”

Şîrovekar û hiqûqnas dibêjin heke biryara derbarê Abdullah Zeydan de neye betalkirin, demokrasî û hiqûqa Tirkiye ya ku ji xwe birîndar e dê derbeke mezintir bixwe.