Ramî Ebdulrehman: Îran nikare bersiva Îsraîlê bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov got, rewşa Sûriyê gihiştiye asta herî xirab û Îranê û milîsên wê li Sûriyeyê nikarin bersiva Îsraîlê bidin.

Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, piştî êrîşa li ser Şamê, rewş xirabtir bûye. Îran ji êrîşê aciz e û dixwaze bi tundî bersivê bide, ji ber ku kuştina yek ji rêberên wê, wî welat dixe rewşeke eger bersivê nede, dê têkçûyî xuya bibe.”

Got jî: “Karvedana li hember êrîşa Şamê dê pir xirab be, piştî êrîşê hewl hat dayîn ku bi dronan êrişî binkeya Tinifê (ya Hevpeymaniya Navdewletî) bikin, lê dron hat xistin, tirsa wê heye ku Îran êrişî ser Iraq û Herêma Kurdistanê bike, bi bihaneya ku baregehên Mossadê li ne.”

Rêvebirê Rewangehê got: “Îran baş dizane ku mûşekên wê dikarin Wezareta Berevaniya Israîlê bikin armanc, ne ku deverek Mossad lê tune ye, eger Îran biryarê bide ku bersivê bide, divê di asta êrîşê de be.”

Ramî Ebdulrehman got jî: “Îran û milîsên wê yên li Sûriyeyê nikarin bersiveke bihêz bidin. Dibe ku bi riya Hizbullahê bersiv bide, Hizbullah jî nikare bersiveke tund bide, ji ber ku diyar e Hizbullah di çi astekê de ye.”

Herwiha got: “Ji ber êrîşa şeva borî, Îran dixwaze bi rêya Hizbullahê şer li ser hesabê gelê Lubnanê berfirehtir bike. Nizanim çima gelên Lubnan, Sûriye û Iraqê divê berdêla nakokiyên Îran û Îsraîlê?”

Amaje bi wê jî kir. “Îran niha neçar maye bersivê bide ji ber ku gelek kesên li Sûriyeyê êrîşî Îranê dikin dibêjin li ser navê we êrîş li Sûriyeyê hatiye kirin, ji ber çi bersiva we tune ye.”

Duhî danê êvarê hêzên asmanî yên Îsraîlê careke din êrişî ser Balyozxaneya Îranê ya li Şamê kiribû. Medyaya fermî ya Îranê jî ragihand, di êrîşa li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê de, 8 kes hatine kuştin.