Îsraîlê çend bingehên Hizbullaha Lubnanî li Der'a û Qyuneyterayê mûşekbaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê çend bingehên Hizbullaha Lubnanî li parêzgehên Der'a û Qyuneytera yên Sûriyeyê mûşekbaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî avêtina 12 mûşekan ji başûrê li ser Golanê, Îsraîlê çend bingehên Hizbullaha Lubnanî li parêzgehên Der'a û Qyuneytera yên Sûriyeyê mûşekbaran kirin, bêyî ku ziyanên wan êrîşan bên ragihandin.

Rewangehê diyar kir, ev êrîşa Îsraîlê piştî wê têşeva borî 12 mûşek ji devera Refîde yê Quneyterê û gundê Mueleqe yê Der'ayê ve hatibûn avêtin ser Golanê.

Îsraîlê roja 1ê vê mehê Balyozxaneya Îranê li Şamiyê kiribû armanc û di encamê de 16 kes hatibûn kuştin ku di wan nav wan de fermandarên pilebilind ên Îranî hebûn.

Li gorî zanyariyên ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 32 caran xaka Sûriyê kiriye armanc û 64 xal û komgeha çekan û baregehên leşkerî wêran kirine.

Herwiha di encama wan êrîşan de, 129 leşkerên Sûrî û çekdarên milîsên ser bi Pasdarên Îranê ve hatine kuştin û 47 kes jî birîndar bûne.