Banka Navdewletî ziyanên binesaziyê li Xezzeyê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Banka Navdewletî dibêje, zirara aborî û binesaziya Xezzeyê, bi 18,5 milyar dolar tê texmînkirin. Diyar kir jî, ji sedî 72 avahiyên niştecihbûnê wêran bûne û %75 xelkê Xezzeyê koçber bûne.

Ji bilî canjidestdaa piştî bûyerên 7ê Cotmeha 2023an ku bi karesateke bêwêne tê zanîn, êrişên artêşa Îsraîlê li ser Kerta Xezzeyê, karesateke mal û darayî bi ser bajêr de hatiye.

Di raporeke hevpar ya Banka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî de tê gotin ku zirara binesaziya Xezzeyê bi 18.5 milyar dolarî tê texmînkirin.

Di raporê de hatiye gotin, avahiyên niştecihbûnê yên li Kerta Xezzeyê %72 zerar dîtine, binesaziya xizmetguzariyê ya wekî av, tenduristî û perwerdeyê % 19 û avahiyên bazirganî û pîşesazî jî %9 zirar dîtine.

Li gor raporê, ji sedî 84ê nexweşxaneyan zirar dîtine û xelkê Xezzayê ji sedî 5ê xizmetguzariyê û ava paqij digihîne wan.

Li gorî raporê, li Kerta Xezzeyê ji %100 dibistanan hilweşiyane û sektora perwerdeyê jî têk çûye. %92 ji rêyên sereke û binesaziya ragihandinê bi temamî wêran bûne. Li gorî raporê ev yek gihandina alîkariyên mirovî gelekî zehmet kiriye.

Banka Navdewletî dibêje li Xezzeyê nêzî 26 milyon ton bermahiyên avahiyan hene ku rakirina wan bi salan pêwîst e.

Di raporê de tê gotin, zêdetirî nîvê xelkê Xezzeyê di birçîbûnê de ye û tevahiya xelkê ji ber bêewlehiya xwarinê dinale. Zêdeyî milyonek kes derbider bûne û %75 xelk Zîvala Xezzeyê jî koçber bûne.

Di beşeke din a raporê de hatiye, Jin, zarok, kal û pîr û kêmendamên herî zêde berketiyê şerê Xezzeyê, ji bilî bandorên neyînî yên jiyanê li ser zarokan.

Banka Navdewletî her weha tedbîrên destpêkê yên sereke destnîşan kiriye: Zêdekirina alîkariya mirovî, hilberîna xwarinê, peydakirina stargehan û bilez çareserkirina xaniyan ji bo derbideran û herweha ji nû ve destpêkirina pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn ji xelkê re.