Kurdek dibe Serokê Fonda Yekîtîya Gelên Qazaxistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiya Kurd a navdar yê li welatê Qazaxistanê Rafikê Yakûb Mîrzoyev wek serokê Fonda Yekîtîya Gelên Qazaxistanê hate destnîşankirin û wek endamê Civata Yekîtîya Gelên Qazaxistanê hat hilbijartin.

Roja 29/03/2024’ê da li Astana paytexta Kazaxistanê, civîneke berfireh a Civata Yekîtîya Gelê Qazaxistanê (YGQ) hat lidarxistin. Di wê civînê de her yek ji Alîkarê Serokomarê Komara Qazaxistanê Ruslan Jêldibay, Wezîrê Çand û Ragihandinê ya Komara Qazaxistanê Aida Balaeva, Cîgirê Serokê Civata YGKê Marat Azîxanov, serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê “Berbang” Ezîzê Zîyo Bedirxan, Cîgirê Serokê Wekilê Huseyn Nabiev, Serokê Şaxa Bajarê Astanayê Şemoyê Zahar Fatoyev, Serokê Şêwra Rêveberîyê Berbangê Rafikê Yakûb Mirzoyev, parlamenterên Komara Qazaxistanê û endamên Yekîtîya Gelê Qazaxistanê awayekî aktîf beşdarî civînê bûn.

Di encama civînê de, Rafikê Yakûb Mîrzoyev wek Serokê Fonda Yekîtîya Gelên Qazaxistanê hate teyînkirin û wek endamê Civata Yekîtîya Gelên Qazaxistanê hat hilbijartin.

Rafikê Yakûb Mîrzoyev kî ye?

Rafikê Yakûb Mîrzoyev, nûnerê navdar ê koma etnîkî ya kurdên Qazaxistanê ye, di organîzekirin û lidarxistina çalakiyên çandî yên cûrbecûr de, di bin banê Yekîtîya “Berbang”ê û Meclîsa Gelên Qazaxistanê de, bi awayekî aktîf beşdar dibe, ji bo xurtkirina ahenga etnîkî û olan di civakê de, di nav civata kurdên Qazaxistanê de xwedî qedirekî mezin e.

Rafîkê Yaqûb ji destpêka damezrandina Yekîtîya “Barbang”ê ve di jiyana wê de cih girtiye, ji bo pêşxistina diyasporaya kurdî, parastin û pêşvebirina çanda neteweyî ya kurdî, piştgirîkirina bernameyên ji bo lêkolîn û pêşxistina zimanê dewletê û zimanê zikmakî, perwerdekirina nifşê ciwan bi ruhê welatparêziya nû, seredanên xebatê yên li herêmê ji bo civîn û sohbetên bi xelkê re li cihên ku gelek kurd lê dijîn karekî bêhempa dike.

Di destpêka salên 2000î de Rafîk Mîrzoyev serokatiya şaxa Almatîyê ya Yekîtîya “Berbang”ê ya Kurdan dikir, li wir Weqfa Xêrxwazî ​​ya Ronayî hat damezrandin û di bin serokatiya wî de bi awayekî serketî xebitî û alîkariyên xêrxwazî ​​pêşkêşî feqîr û malbatên hewcedar dikir.

Di sala 2023 de, di konferansa salane de, Rafikê Yakûb Mirzoev ji bo serokê Komeleya "BERBANG" ya Kurdên Qazaxistanê Ezîzê Zîyo Bedirxan Berata rûmetê hat xelatkirin.