Heşda Şeibî li benda fermana Rêberê Bilind ê Îranê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Heşda Şeibî xwe amade dike ku bersiva Îsraîlê bide û tola kuştina 7 fermandarên Pasdarên Îranê yên ku li Şamê hatine kuştin hilîne û ji bo vê yekê li benda dermana Rêveberê Bilind ê Îranê ne.

Serokerkanê Heşda Şeibî Ebdulezîz Mehmedawî yê bi navê “Ebû Fedek” nas kiriye ji çend medyayên Îranê re ragihand, ew tiştên ku li eniyên Yemen, Iraq, Lubnan û Felestînê ji aliyê mihwerê miqaweme û Komara Îslamî ya Îranê ve tê kirin, ji bo jinavbirina Îsraîlê ye.

Ebû Fedek got, ew li benda fermana Rêberê Bilind ê Inqîlaba Îranê ne ku bizanin dê çi bikin li hember êrîşa Îsraîlê ya li ser konsulxaneya Îranê li Şamê ku çend fermandarên Pasdarên Şoreşê hatin kuştin.

Roja 1ê Nîsanê hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî ser Balyozxaneya Îranê ya li Şamê kiribû. Medyaya fermî ya Îranê jî ragihand, di êrîşa li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê de, 17 kes hatibûn k uku 7 ji wan fermandarên Îranî hatine bûn.

Amerîka bêaghdariya xwe li hember wê êrîşa Îsraîlê nîşan da, lê Tehranê daxwaza ronîkirina êrîşê ji Washingtonê kir û got, wek piştevana sereke ya Îsraîlê, divê Amerîka ronîkirinekê bide.