CENTCOM: Di 3 mehên borî de me 94 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn, wan bi hevkariya hêzên ewlekariya Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 3 mehan de 94 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kirine. Tekez kir jî, operasyonên wan ên armanckirina endamên wê rêxistina terorê berdewam in.

CENTCOM di daxuyaniyekê de ragihand, di dema ji Çile heta Adara 2024an de, wan bi hevkariya hevkarên me yên di erkê têkbirina DAIŞê de, Hêzên Ewlekariya Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi giştî 94 erk ji bo têkbirina DAIŞê pêk anîn.

Diyar kir jî, di heyama ji meha Çile û heta Adarê de, 18 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin û 63 jî hatin girtin.”

Da zanîn jî, “Li Iraqê 66 operasyonên hevbeş hatin kirin û di encamê de 11 endamên DAIŞê hatin kuştin û 36 endamên DAIŞê hatin girtin. Li Sûriyeyê jî di 28 operasyonên hevbeş de, 7 endamên DAIŞê hatin kuştin û 27 endamên din jî hatin girtin.”

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir, “Operasyonên bidûçûnê yên ji bo desteserkirina nêzîkî 2500 çekdarên DAIŞê li seranserî Iraq û Sûriyeyê, hêmaneke girîng a ji bo têkçûna hertimî ya DAIŞê ye.”

Tekez kir jî, “Hewldanên navdewletî ji bo vegerandina bêtir ji 9 hezar girtiyên DAIŞê li navendên girtinê yên li Sûriyeyê û vegerandin û dubare rehabîlîtasyona bêtir ji 45 hezar kes û malbatên ji kampên El-Hol û Rojê berdewam in.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “CENTCOM piştgirî dide hewildanên Amerîkayê yên ji bo domandina fişarê ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê ya berdewam.”

Fermandarê CENTCOMê General Michael Eric Kurella jî got: “Em pabend in bi têkbirina mayînde ya DAIŞê li ser astên herêmî û cîhanî.” Tekez kir jî, “Ji bo têkbirina vê metirsiya DAIŞê, pêwîstî bi zexteke berdewam ji hevkarên me û hevpeymaniyê heye.”