Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina siyasî ya avakirina hikûmetê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê civiya û pêşhatên navxweyî, herêmî û navdewletî gotûbêj kirin. Herwiha tekezî li ser pêbendbûna xwe bi naveroka rêkeftina siyasî ya ku hikûmeta Iraqê li ser hatiye avakirin, kir.

Piştî civîna serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, daxuyaniyek dan û tê de hat, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gotûbêj li ser dosyeyên hevbeş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin. Herwiha tekezî li ser berdewamiya kar hevbeş ya avaker hate kirin ku xizmeta aramî û berjewendiyên hemû gel û pêkhateyên Iraqê bike.

Herwiha di civînê de tekezî li ser pêbendbûna bi naveroka rêkeftina siyasî ya ku hikûmeta Iraqê li ser hatiye avakirin, hate kirin.

Di mijareke din a vê hevdîtinê de, mijarên girêdayî rewşa siyasî, ewlehî û aborî li gel pêngav û tedbîrên hikûmetê ji bo baştirkirina rewşa aborî û xweşguzariya welatiyan bi saya aramî û geşepêdanê, hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di hevdîtinê de serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re ya ji bo Amerîkayê û mijarên ku Sûdanî dê di vê serdanê de ligel rêveberiya Amerîkayê gotûbêj bike, hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, serkirdeyên Hevpeymaniya Birêveberiya Dewletê piştevaniya xwe ji bo serdana Sûdanî nîşan dan ku tiştê ku şanda Iraqî ya bi serokatiya Sûdanî dê di vê serdanê de gotûbêj bike dê di çarçoveya berjewendî û ji rêxistinkirina ewlehî, aramî û pêşveçûnA berdewamiyê de be.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ku hikûmeta niha Mihemed Şiya Sûdanî ava kirine, roja 25ê Îlona 2022an hat pêkanîn û ji Çarçoveya Hevahengiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hevpeymaniya Azim, Siyade, Babiliyon pêk tê.