Hejmara kuştiyên Xezzeyê ji 33 hezarê derbaz bû

Xezze
Xezze

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê hêşta li ser êrîşên xwe artêş Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê û çekdarên Hemasê berdewam e û hejmara qurbaniyên wan êrîşan jî bilind bûye.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê, roj bi roj hejmara kuştî û birîndaran zêdetir dibe û di eynî demê de birseke zêde jî hevrûşî akinciyên Xezzeyê bûye”.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî daye, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan ji bo 33 hezar û 207 kesan bilind bûye, herwesa hejmara birîndaran jî gehişt zêdetirî 75 hezar 815 kesan”.

Wezareta navbirî ron jî kiriye, “70% ya qurbaniyan jin û zarok in”. amaje jî daye, “Di dema 24 seetên borî de, 32 welatî hatine kuştin û 47 jî birîndar bûne”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin. Di eynî demê de heta niha Israîlê zêdetirî 33 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.