Tîma jinan a Qamişlo bû qehremana Lîgaya Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Jinan a El-Hîlal a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, nasnavê Lîgaya Jinan a Sûriyeyê ya sala 2023-2024an bidest xist.

Tîma El-Hîlal a bajarê Qamişlo duhî 8ê Nîsanê piştî serketina li hember tîma Jinên Selemiyê bi encama (3 - 0) bo cara yekem bû qehremana Lîgaya Jinan a Sûriyeyê.

Golên tîma El-Hîlal bi riya yarîzan Helez Hacî, Aye Mihemed û Dilnay Îsmaêl hatin tomarkirin.

Piştî yariyê, merasîma xelatkirinê bi awaz û stranên kurdî li yarîgeha El-Celaa li Şama Paytext birêve çû.

Tîma El-Hîlal tevî ku ev cara duyem beşdarî Lîgeya Jinan dibe, bêyî ku di yariyekê de têk biçe, nasnavê lîgayê bidest xist. Di werzê borî de jî, pileya duyem wergirtibû.

Tîma El-Hîlal di sala 2018an de li bajarê Qamişlo hatibû damezirandin û tevî ku ew yariyên wê li derveyî Qamişlo tên lîstin, lê karîn encamên baş bidest bixe.