Serokê Yekîtiya Zanayan banga yekrêziyê li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yekitiya Zanayên Olî yên Kurdistanê Ebdullah Weysî piştî nimêja Remezanê peyamek ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re şand û got: “Divê peyama aliyên siyasî ji hev re, ne tenê gotin be, belkû bi kirdarî yekrêziyê îsbat bikin, ji ber ku metirsî û komployeke mezin li ser Herêmê heye.”

Ebdullah Weysî ji K24ê re got: “Wek Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê, em tekezî li ser wê yekê dikin ku divê ev cejn bibe cejna lêborîn û hevdûqebûlkirinê, ji ber ku giring e hemû welatî hest bi dilxweşî û vê xêrê bikin.”

Got jî: “Her kesî dît ku di çend rojên destpêkê yên meha Remezanê de, pirsgirêkên darayî derketin, lê di nîvê duyemîn ê Remezanê de me dît ku dîplomasiya kurdî bi hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi ser ket û pirsgirêkên darayî ber bi çarebûnê ve çûn.”

Herwiha got: “Ev tê wê wateyê ku em dikarin bi yekîtî û hevgirtinê ji astengiyan derbikevin, ji ber vê yekê girîng e di vê cejnê de biratî û yekhelwestî bi kirdarî were îspatkirin.”

Ebdullah Weysî got jî: “Hêvîdar im piştî cejna Remezanê aliyên siyasî bi hev re bicivin û pirsgirêk û nakokiyên xwe çareser bikin, ji bo rûbirûbûna kêşeyên li pêşiya Herêma Kurdistanê, yekdeng û yekrêz bin ji bo rûbirûbûna komploya nehezan, ji ber ku hîn metirsiyeke mezin li ser qewareya Herêma Kurdistanê heye.”