Piştîwan Sadiq: Çareserkirina pirsgirêkan dê pirên baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ava bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq tekez kir, çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dê bibe pirek baweriyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.

Piştîwan Sadiq piştî nimêja cejna Remezanê li Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ji çend dezgehên ragihandinê re got, beşek ji van pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hatine çareserkirin. Ev yek dê pirên baweriyê di navbera her du hikûmetan de ava bike, da ku aramî zêdetir pêk were.

Herwiha got, di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê dudil nebû û di paşerojê de jî dê berdewam be.

Amaje bi wê jî kir: “Mûçe mafekî siruştî ye û mafê gelê Kurdistanê heye ku bi azadî û bi rûmet bijî û mafên wî bên dabînkirin û gotûbêja di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de, encamdar bû.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî got jî: “Em hêvîdar in pirsên darayî yên wek mûçe, wek amrazeke siyasî li dijî Kurdistanê neyên bikaranîn, haya min jê heye ku piştî cejna Remezanê, Wezareta Darayî û wezaretên peywendîdar dê dest bi amadekirina lîsteyên mûçeyên meha Nîsanê bikin. Em hêvîdar in ku ji niha û pê ve karmendên Herêma Kurdistanê bê kêşe mûçeyên xwe yên mehane werbigirin.”