Emmar Hekîm: Pêwîstiya Iraqê bi çaksaziyên rîşeyî yên siyasî, aborî û yasayî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî Emmar Hekîm radigihîne: “Pêwîstiya Iraq bi çalsaziyên rîşeyî yên siyasî, aborî û yasayî heye ku li gor stûnên welatekî federal û prensîbên destûrê bigunin”.

Emmar Hekîm di gotarekê de bi helkefta cejna Remezanê, rexne li proseya siyasî ya Iraqê girt û got: “Gelek şaşî hene ku pêwîst e bên rêkxistin û sererastkirin. Lê divê serkirdeyên siyasî yên Iraqê civînên berfereh bikin ji bo destnîşankirina şaşiyan û mekanîzm û gavên çareserkirina wan.”

Got jî: “Cejna Remezanê hevdem e li gel salvegera rûxana rejîma Beis, lê piştî rûxana rejîma Beis, piroseya sIyasî ya Îraqê di gelek kêşeyan re derbas bûye û şaşiyên siyasî jî hatine kirin. Lê belê ji bo berdewamiya xebata hevbeş ji bo parastina aramiya heyî û nehiştina nakokiyên siyasî, ez bang li hemû serkirdeyên payebilind dikim ku civînên berfireh lidar bixin û çend biryaran bidin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî.”

Herwiha got: “Pêwîstiya Iraqê bi çaksaziyên kûr û rîşeyî di warê siyasî, yasayî û aborî de heye û nabe vegerin bo xala destpêkê. Ji ber vê yekê girîng e ew çaksaziyên ku bên kirin, bi sîstema dewleteke federal re hevaheng bin û li gorî prensîbên destûrê bin.”

Serokê Tevgera Hîkme amaje bi wê jî kir: “Em dixwazin li ser asta navdewletî peywendiyên me yên baş, saxlem û hevseng hebin ji bo bidestxistina armanc û berjewendiyên gelê Iraqê ku xizmeta ewlehî û aramiya navçê û bexteweriya Iraqê dike.”