Yehya Resûl: Ji ber vekêşana Hevpeymanan, helsengandin ji bo metirsiyên DAIŞê tên kirin

Yehya Resûl
Yehya Resûl

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê radigehîne, “Lijneyên serbazî tekezê li ser vekêşana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin”. Herwesa dibêje, “Zêdetir helsengandin ji bo guhertin an jî vekêşana wan hêzan tên kirin”.

Metirsiyên DAIŞê û livînên milîşyayên nêzî Îranê li dijî berjewendiyên welatên rojava du ji wan dozan in ên ku Hevepymaniya Navdewletî bi hûrî çavdêriya wan dike.

Ji destpêka îsal ve lijneyên serbazî yên Îraqê û Hevpeymaniya Navdewletî hejmareke civînan ji bo bidawîhatina erkê meydanî serbazî yê Hevpeymanan an jî dirêjkirina erkê wan di çarçoveya hevahengiya ewlehiyê de kirine.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl di vî warî de di dawî daxuyaniya xwe de ragehand, “Lijneyên raspartî civîna xwe ya çarê kiriye û helsengandin ji bo metirsiyên DAIŞê kirye”.

Li dû gotinên Yehya Resûl, ew lijne tekezê li ser bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî dikin. Herwesa navbirî ragehand, “Danûstandin û helsengandin dê ji bo diyarkirina dema werçerxanê ji bo peywendiyên hevpar ên ewlehiyê bi welatên Hevpeyman re berdewam bin”.

Şarezayên warê ewlehiyê wesa difikirin ku vekêşana hêzên Hevpeymanan metirsiyeke cidî li ser Îraqê çê dike. Bi nerîna wan, tevî ku şiyanên DAIŞê lawaz bûne, rewşa deverê di nav hejmareke astengên ewlehiyê re derbaz dibe. Ji aliyekî ve pirsa ewlehiya pêkhatan ku şaneyên DAIŞê li wan cihan çalak in ên ku dikevin deverên Suneyan û devera valahiya ewlehî ku dikeve deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Ji aliyekî din ve metirsiyên serdestbûna kom û milîşyayên nêzî Îranê bi taybetî li ser wan deveran mane.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî ragehand, “15ê vê mehê şandeke Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê re diçe Amerîkayê, yek ji giringtirîn mijarên ku biryar e danûstandin li ser bên kirin metirsiyên serhildana DAIŞê ne, herwesa mana hêzên Hevpeymanan li Îraqê dê tewerekî din ê civînên Sûdanî û Biden be”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Mana hêzên Hevpeymanan ji bo Herêma Kurdistanê giring û hetmî ye”.