Lwîs Sako vedigere Bexdayê

Lwîs Sako
Lwîs Sako

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê, Kardînal Lwîs Sako vedigere bingeha xwe li Bexdayê.

Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê îro (Pêncşem, 11ê Nîsana 2024ê) belav kiriye, “Li ser daxwaza taybet a Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako vegeriya bingeha xwe li Bexdayê.

Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê amaje jî daye, “Şandekê bi nûnerîtiya Sûdanî li balafirxaneyê pêşwaziya Lwîs Sako kiriye û heta bingeha wî pê re çûne”.

Ev di demekê de ye ku li Tîrmeha par ji ber jêstandina mersûma komarî ji aliyê Serokkomarê Îraqê ve ji bo destnîşankirina wî wekî Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê, Lwîs Sako ji Bexdayê derkeftibû.