Amerîka: Îranê biryar daye êrîşê bike ser Israîlê

Alayên Israîl û Îranê
Alayên Israîl û Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke berpirsên bilin ên Amerîkayê radigehînin, “Êrîşkirina ser Israîlê ji aliyê Îranê ve mosiger e û dê her biqewime”.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayî ji aliyê hejmareke berpirsên Amerîkayê ve eşkere kiriye ku, bersiva Îranê ji bo kuştina heft endamên artêşa Pasdaran misoger e û dê her biqewime.

Wan berpirsên Amerîkayê amaje jî daye ku, heta niha ron nîne gelo Îran dê rasterast êrîşê bike ser Israîlê an jî dê bi rêya wekîl û komên xwe yên çekdar wî karî bike, lê eşkere ye ku Tehranê biryar daye êrîşê bike ser Israîlê û ji wê biryarê poşman nabe.

Berpirsên jêgotî ron jî kiriye, “Mimkin e vê carê Amerîka hêzên xwe yên serbazî li dijî Îranê bi kar bîne”.

Ev di demekê de ye ku tê pêşbînîkirin di van çend rojan de Îran bersiva êrîşa berî çend rojan a Israîlê ya li ser konsulxaneya xwe li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê bide ku di encamê de hejmareke fermande û serbazên artêşa Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin.

Ji aliyekî din ve malpera Malpera Axiosê eşkere kiriye, ji bo danûstandin û hevahengiyên li ser çawaniya bersivdana êrîşa çaverêkirî ya Îranê bo ser Israîlê, Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOMê General Michael Kurilla serdana Televîva paytexta Israîlê dike”.

Malpera Axiosê amaje jî daye, “General Kurilla bi Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê û berpirsên bilind ên wî welatî re dicive û danûstandinan li ser amadekariyên Israîlê ji bo awayê bersivdana Îranê dike eger hat û êrîş kir ser Israîlê”.

Wê malpera Amerîkayê eşkere jî kiriye, “Ji ber sedemên ewlehiyê, serdana Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOMê li ser medyayê nehatiye behskirin”.