Biden soza piştgirîkirinê li dijî Îranê dide Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka li wê bawerê ye ku êrîşa moşekan an dronan ji aliyê Îranê an jî wekîlên wê ve li dijî Israîlê nêzîk e.

Serokê Amerîkayê Joe Biden duhî (Çarşem, 10ê Nîsana 2024ê) di kongireyekî rojnamevanî yê hevpar de bi Serokwezîrê Japonê re, piştevaniya xwe ji bo Israîlê li dijî her êrîşeke Îranê tekez kir.

Serokê Amerîkayê di nav gotinên xwe de amaje jî da, “Îran gefên êrîşeke berçav bo ser Israîlê dike”.

Joe Biden herwesa got, “Wekî ku min ji Serokwezîr Netanyahu re gotiye, pabendbûna me ji bo parastina ewlehiya Israîlê li bernaberî van êrîşên Îranê û komên alîgirên wê mukom û neguher e”.

Navbirî her di wê konigreya rojnamevanî de tekez kir, “Ez careke din dibêjim ku pabendbûna me mukom û neguher e, em dê hemî bizavan ji bo parastina ewlehiya Israîlê bikin”.

Balafirên şerî yên Israîlê roja Duşemê, 01ê Nîsana 2024ê, Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê moşekbaran kir.

Piştî çend seetan ji wê êrîşê, artêşa Pasdarên Îranê bi awayekî fermî kuştina du fermande û pênc şêwirmend û efseran di wê êrîşa Israîlê de ragehand.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayî ji aliyê hejmareke berpirsên Amerîkayê ve eşkere kiriye ku, bersiva Îranê ji bo kuştina heft endamên artêşa Pasdaran misoger e û dê her biqewime.

Wan berpirsên Amerîkayê amaje jî daye ku, heta niha ron nîne gelo Îran dê rasterast êrîşê bike ser Israîlê an jî dê bi rêya wekîl û komên xwe yên çekdar wî karî bike, lê eşkere ye ku Tehranê biryar daye êrîşê bike ser Israîlê û ji wê biryarê poşman nabe.

Berpirsên jêgotî ron jî kiriye, “Mimkin e vê carê Amerîka hêzên xwe yên serbazî li dijî Îranê bi kar bîne”.

Ji aliyekî din ve malpera Axiosê jî eşkere kiriye, ji bo danûstandin û hevahengiyên li ser çawaniya bersivdana êrîşa çaverêkirî ya Îranê bo ser Israîlê, Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOMê General Michael Kurilla serdana Televîva paytexta Israîlê dike”.

Malpera Axiosê amaje jî daye, “General Kurilla bi Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê û berpirsên bilind ên wî welatî re dicive û danûstandinan li ser amadekariyên Israîlê ji bo awayê bersivdana Îranê dike eger hat û êrîş kir ser Israîlê”.

Wê malpera Amerîkayê eşkere jî kiriye, “Ji ber sedemên ewlehiyê, serdana Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOMê li ser medyayê nehatiye behskirin”.