Pentagon ji bo K24ê: Em li ser parastina silametiya hêzên xwe berdewam dibin

Pat Ryder
Pat Ryder

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne ku, ew dê li ser bicihanîna rêkarên pêdivî ji bo parastina silametiya hêzên xwe li Îraq û deverê berdewam bin.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder duhî (Pêncşem, 11ê Nîsana 2024ê) di bersiva pirsyareke peyamnêrê K24ê de li ser serdana Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ji bo Israîlê amaje da ku, ew serdan ji bo danûstandinên li ser gefên ewlehiya deverê ye.

Berdevkê Pentagonê got, “Wekî her car piştî êrîşa Hemasê li 07ê Cotmeha 2023ê, em dê li ser avêtina pêngavên pêdivî ji bo gerentîkirina silametiya hêzên xwe li deverê berdewam bin, ez pêxemetî ewlehî û silametiya hêzên me naçim nav hûrhûrkan lê silametiya hêzên me herdem di ser her tiştekî re ye”.

Pat Ryder ron jî kir, “Wekî ku ez tê gehiştime ji ber dawî pêşhatan, Michael Kurilla serdana xwe ji bo civîna bi Fermandeyê Artêşa Israîlê re aniye pêş, ji bo ku danûstandinan li ser gefên ewlehiyê li deverê bikin”.