Îran çek û teqemeniyan dişîne Filistînê

Çek û teqemenî / Ev wêne erşîf e û tenê ji bo ronkirinê hatiye danan
Çek û teqemenî / Ev wêne erşîf e û tenê ji bo ronkirinê hatiye danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameyeke Amerîkayî radigehîne, “Îranê hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan şandiye kinarê rojavayê Filistînê”.

Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayî ji zarê hejmareke berpirsên Îranê eşkere kiriye ku, Tehranê hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan bi rêya qaçax gehaniye kinarê rojavayê Filistînê.

Wê rojnameya Amerîkayî amaje jî daye, “Gehandina wê hejmara çek û teqemeniyan pêşbîniya metirsiya çêbûna şerekî nû di navbera komên çekdar ên Filistînî û hêzên Israîlê de li kinarê rojava jê tê kirin, xasma niha ku Îran gefên bersivdana êrîşa li ser konsulxaneya xwe ya Dîmeşqê ji aliyê Israîlê ve dike.

New York Timesê eşkere jî kiriye ku, ew çekên Îranî bi rêya qaçax û di Îraq û Libnanê re ji bo kinarê rojava hatine derbaz kirin, hejmareke qaçaxçiyan jî alîkariya wê piroseyê kiriye.

Ev di demekê de ye ku pêşbînî tê kirin di van çend rojan de Îran bersiva êrîşa berî çend rojan a Israîlê bo ser konsulxaneya wê li Dîmeşqa Paytexta Sûriyeyê bide ku ji verêja wê êrîşê hejmareke fermande û serbazên artêşa Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin.

Balafirên şerî yên Israîlê roja Duşemê, 01ê Nîsana 2024ê, Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê moşekbaran kir.

Piştî çend seetan ji wê êrîşê, artêşa Pasdarên Îranê bi awayekî fermî kuştina du fermande û pênc şêwirmend û efseran di wê êrîşa Israîlê de ragehand.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayî ji aliyê hejmareke berpirsên Amerîkayê ve eşkere kiriye ku, bersiva Îranê ji bo kuştina heft endamên artêşa Pasdaran misoger e û dê her biqewime.

Wan berpirsên Amerîkayê amaje jî daye ku, heta niha ron nîne gelo Îran dê rasterast êrîşê bike ser Israîlê an jî dê bi rêya wekîl û komên xwe yên çekdar wî karî bike, lê eşkere ye ku Tehranê biryar daye êrîşê bike ser Israîlê û ji wê biryarê poşman nabe.

Berpirsên jêgotî ron jî kiriye, “Mimkin e vê carê Amerîka hêzên xwe yên serbazî li dijî Îranê bi kar bîne”.