Waşinton ji ber gefên Îranê geştkirinê li karmendên xwe qedexe dike

Matthew Miller
Matthew Miller

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka geştkirina karmendên xwe û endamên malbatên wan li Israîlê ji bo derveyê deverên Televîv û Quds û Biir Sebhê qedexe dike.

Amerîkayê duhî (Pêncşem, 11ê Nîsana 2024ê) ragehand ku, geştkirina karmendên xwe û endamên malbatên wan ji bo meremên şexsî li Israîlê ji bo derveyê deverên Televîv û Quds û Biir Sebhê qedexe kiriye, ev jî ji ber gefên Îranê ji bo tolvekirina ji Israîlê ye.

Piştî êrîşa asmanî ya Israîlê li ser Balyozxaneya Îranê li Dîmeşqê ku li 01ê vê mehê hat kirin û bû sedema kuştina çend berpirsên Îranê, Îranê soz da ku bersiva wê êrîşê bide.

Balyozxaneya Amerîkayê di haydariyeke ewlehî de li ser malpera xwe ragehandiye, “Divê hûn hişyar bin, geştkirina karmendên Hikûmeta Amerîkayê û endamên malbatên wan ji bo meremên şexsî ji bo derveyê deverên Televîv (wekî Hêrtsilya, Netanya û Yehuda) û Quds û Biir Sebhê heta haydarkirinên zêdetir qedexe ye”. Herwesa amaje jî daye, “Karmendên Hikûmeta Amerîkayê rêpêdayî ne ku ji bo meremên şexsî di navbera van her sê deveran de livînê bikin”.

Waşintonê siyasetek heye ku hemî welatiyên Amerîkayê li ser haydariyên xwe haydar dike dema ku rêkarên ewlehiyê ji bo karmendên xwe li welatekî bi cih tîne.

Di bersiva pirsyarekê de li ser haydariya ewlehiyê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragehand, “Îranê gefên eşkere li Israîlê kirine”. Herwesa got, “Em helsengandinên temam li ser rewşê dikin. Herwesa eşkere ye ku em çavdêriya jîngeha gefan li Rojhilata Navîn û taybet li Israîlê dikin”.

Ev di demekê de ye ku pêşbînî tê kirin di van çend rojan de Îran bersiva êrîşa berî çend rojan a Israîlê bo ser konsulxaneya wê li Dîmeşqa Paytexta Sûriyeyê bide ku ji verêja wê êrîşê hejmareke fermande û serbazên artêşa Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin.

Balafirên şerî yên Israîlê roja Duşemê, 01ê Nîsana 2024ê, Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê moşekbaran kir.

Piştî çend seetan ji wê êrîşê, artêşa Pasdarên Îranê bi awayekî fermî kuştina du fermande û pênc şêwirmend û efseran di wê êrîşa Israîlê de ragehand.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayî ji aliyê hejmareke berpirsên Amerîkayê ve eşkere kiriye ku, bersiva Îranê ji bo kuştina heft endamên artêşa Pasdaran misoger e û dê her biqewime.

Wan berpirsên Amerîkayê amaje jî daye ku, heta niha ron nîne gelo Îran dê rasterast êrîşê bike ser Israîlê an jî dê bi rêya wekîl û komên xwe yên çekdar wî karî bike, lê eşkere ye ku Tehranê biryar daye êrîşê bike ser Israîlê û ji wê biryarê poşman nabe.

Berpirsên jêgotî ron jî kiriye, “Mimkin e vê carê Amerîka hêzên xwe yên serbazî li dijî Îranê bi kar bîne”.

Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayî jî ji zarê hejmareke berpirsên Îranê eşkere kiriye ku, Tehranê hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan bi rêya qaçax gehaniye kinarê rojavayê Filistînê.

Wê rojnameya Amerîkayî amaje jî daye, “Gehandina wê hejmara çek û teqemeniyan pêşbîniya metirsiya çêbûna şerekî nû di navbera komên çekdar ên Filistînî û hêzên Israîlê de li kinarê rojava jê tê kirin, xasma niha ku Îran gefên bersivdana êrîşa li ser konsulxaneya xwe ya Dîmeşqê ji aliyê Israîlê ve dike.

New York Timesê eşkere jî kiriye ku, ew çekên Îranî bi rêya qaçax û di Îraq û Libnanê re ji bo kinarê rojava hatine derbaz kirin, hejmareke qaçaxçiyan jî alîkariya wê piroseyê kiriye.