Jivanê serdana Erdogan ji bo Îraqê hat eşkerekirin

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e 22ê vê mehê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana Îraqê bike.

Malpera Yeni Şafakê xişteyê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Îraqê belav kir û ragehand, “Erdogan dê 22ê vê mehê bi serdaneke fermî bigehe Îraqê û dê bi berpirsên bilind ên wî welatî re bicive”.

Wê malperê herwesa ragehandiye, “Serdana Erdogan giringiyeke aborî û diplomasî ya zêde heye, xasma ku piştî navbireke zêde serdana Îraqê dike”.

Pêştir çavkaniyên girêdayî Wezareta Derve ya Îraqê ragehandibû, “Ji bilî Bexdayê, Erdogan dê serdana Hewlêrê jî bike û dê hejmareke civînên bilind li wê derê jî hebe”.

Piştî serdana Turgut Ozal li dawiya salên 1980an, ev serdana Erdogan ji bo Bexdayê dibe serdana yekê ya Serokkomarê Tirkiyeyê, tevî ku li salên 2008, 2009 û 2011ê jî Erdogan wekî Serokwezîrê Tirkiyeyê serdana Bexdayê kiribû ku li wê demê Nûrî Malikî Serokwezîrê Îraqê bû.

Pêştir Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî li roja 22ê Tebaxa 2023ê serdaneke sêrojî ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Piştî civîna bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re li roja 24ê Tebaxa 2024ê, ku Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan jî amade bûbû, Hakan Fîdan di konfiranseke rojnamevanî ya hevpar de bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re tekez li ser xwesteka pêşxistina peywendiyên Enqereyê bi Hewlêrê re kir û ragehand, “Herwekî ku çawa di dema borî de Hewlêr ji deverên din ên Îraqê seqamgirtir û avedantir bûye, em dixwazin bi wî awayî bimîne û pêxemetî wê yekê jî em ji bo her alîkariyekê amade ne”.