Rêkxistineke navdewletî: Îraq bi awayekî berçav ji demokrasiyê dûr keftiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî 21 salan ji çêbûna dewleta nû ya Îraqê û xewna Îraqiyan ji bo peydabûna demokrasiyê li welatê wan, sal bi sal ew pirsoe di paşveçûnê de ye.

Di raporteke vavartina welatên cîhanî ya Rêkxistina Economic Intelligentsê ya Brîtanyayî de, ku helsengandina rêjeya demokrasiyê tê de hatiye kirin, Îraqê paşveçûneke berçav tomar kiriye, bi rengekî wesa ku ew welat keftiye di nav hêla desthilatdariya xwesepîn de.

Di wê raportê de hatiye, “Ji 165 welatên cîhanê, Îraq li rêza 128ê ye û bi çar nimreyên din ji wê rêzbendiyê dakeftiye û tenê 2.88 xal bi dest xistine, bi awayekî ku ji piştî sala 2006ê ve ev nizimtirîn ast e ku Îraqê tomar kiribe, herwesa keftiye di nav hêla sor a vavartinê de”. Herwesa wê rêkxistinê awayê desthilatdariyê li Îraqê wekî xwesepîn daye nasandin.

Rêkxistina navbirî ew paşveçûna demokrasî li Îraqê ji bo çend sedemên serekî vegerand, wekî zêdebûna komên çekdar û milîşyayan, binpêkirina madeyên destûrî, nebûna baweriyê bi pêkvejiyanê, hizira xwesepandinê û binpêkirina mafên rojnamevanan.

Vekolerekî siyasî jî amajeyê dide ku, bikaranîna folderê azadiyê û mafên mirovan di hevrikiyên siyasî de diyartirîn taybetmendiya sîstema desthilata xwesepîn a piştî çêbûna dewleta nû ye li Îraqê”. Herwesa dibêje, “Hêşta amajeyeke ron ji bo hebûna tevgereke sîstematîk ji bo têkdana demokrasiyê li welatî heye”.