Sûdanî ber bi Amerîkayê ve bi rê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê ligel şandeke hikûmet, parlamento û sektora taybet ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Koşka Spî hat vexwendin.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye bo Amerîkayê û dê bi Serokê Amerîkayî Joe Biden re hevdîtinê bike.