Hollanda bi awayekî demkî konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Hollandayê li ser malpera xwe ya fermî ragihand, ji ber aloziyên navbera Îran û Îsraîlê, Balyozxaneya Hollandayê li Tehranê û Konsulxaneya Giştî ya Hollandayê li Hewlêrê bi awayekî demkî tên girtin.

Wezareta Derve ya Hollandayê da zanîn jî, hemû hevdîtinên ji bo wergirtina vîzeyê û rêwîtiya bo Hollandayê ya li Tehran û Hewlêrê jî tên rawestandin.

Herwiha ragihand, ew ê sibe biryarê bidin ka girtina wan dê heta roja Duşemê (15ê Nîsana 2024) jî berdewam bike yan na, ew jî ji bo ku canê karmendên her du nûneretiyên xwe biparêzin.

Wezareta Derve ya Hollandayê ji ber gefên Îranê li dijî Îsraîlê, rewşa Herêma Kurdistanê bi rengê pirteqalî û hemû deverên din ên Iraqê jî bi rengê sor nîşan daye.