Caggins: Ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê me daxwaz ji Kongressê kir fişarê li Iraqê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) radigihîne, “Em geşbîn in ku serdana Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê bibe sedema destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê.”

Berdevkê APIKURê Myles Caggins ji K24ê re got: “Em hêvîdar in ku serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Amerîkayê bibe sedema destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê.”

Caggins got: “Em gelek geşbîn in li ser daxuyaniya serkirdeyên Iraq û Amerîkayê ku dixwazin bi hev re bigihin rêkeftinekê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyeyê.”

Diyar kir jî: “Em wek APIKUR, peywendiyên me bi endamên Kongressê re hene, bi rêya çend endamên Kongressê re, me hewl daye ku çend nameyan ji Koşka Spî re bişînin, da ku hinardekirina petrola Kurdistanê ji nû ve were destpêkirin. Her wiha me daxwaz ji Kongressê kiriye ku fişarê li hikûmeta Iraqê jî bike ku hinardekirina petrola Kurdistanê ji nû ve destpê bike.”

Caggins amaje bi wê kir: “Hevalên me yên li Kongressê têdigihin ku çiqas girîng e ku di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hevkarî hebe. Kompanyayên ku bacê didin Amerîkayê, 300 milyon dolar di sektora petrolê li Kurdistanê de veberhênan kirine, lê Amerîka ev yek li Iraqê veberhênan.”

Berdekvê AKIKURê got: “Guftûgoyên me bi Wezareta Petrola Iraqê û Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha ligel kompanyayên navdewletî yên petrolê re hene, dê çend rêkeftinên nû bên kirin, ku dê rê li ber destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê veke.”