Mesrûr Barzanî di salvegera Enfalê de: Hîn jî kes hene dixwazin bi zihniyeteke şovenîst mafên gelê Kurdistanê înkar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Enfal tawaneke mezin û birîneke gelê Kurdistanê ya nayê dermankirin e.” Herwiha got: “Berpirsyariya exlaqî û destûrî yê hikûmeta federal e ku bi awayekî şayeste kesûkarên Enfalkiriyan û hemû qurbaniyên rêjîma Beisê qerebû bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Nîsanê di 36emîn salvegera komkujiya Enfalê de di daxuyaniyekê de ragihand. “Em îro tawanek mezin û birîneke bê derman a li ser laşê gelê Kurdistanê bibîr tînin, ku berî 36 salan rêjîma berê ya Iraqê ji bo tunekirin û jinavbirina gelê Kurdistanê, hemleya jenosîd û Enfalê pêk anî.”

Mesrûr Barzanî got: “Enfal tawaneke kêmwêne û jibîrnekirî ye û pêwîste em hertim van tawan û qurbaniyên xwe bi bîr bînin û nifşên me bizanin ku gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa yên neteweyî, çi qurbaniyên mezin dane.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje pê kiriye, bi erkê xwe dizane ku xizmeta malbatên qurbaniyên Enfalê bike. Di heman demê de tekez dike ku berpirsyariya exlaqî û destûrî ya hikûmeta federal e ku malbatên qurbaniyên Enfalê û hemû qurbaniyên rejîma Baasê bi awayekî şayiste qerebû bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Cihê mixabiniyê ye ku heta niha hin kes û alî hene ku dixwazin bi ramaneke şovenîst û bi heman zihniyeta ku li pişt Enfalê bû, mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê înkar bikin, ku di encama têkoşîneke bêhempa ya gelê Kurdistanê de hatin bidestxistin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Di salvegera hemleya enfalan de, em bejna xwe li hember hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê ditewînin û her dem di bîranînên me de zindî ne.”

Rêjîma Beis a Iraqê berî 36 li pêş civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê pêk anî.

Di wê tawanê de, rêjîma Beis 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin, zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Ji sala 2007ê ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, her sal di 14ê Nîsanê de tawanên Enfalê were bibîranîn.