Behînameyek ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke serexweşiyê arasteyî Serokê Desteya Destpakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer dike, ji ber koça dawiyê ya dayika wî.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Rêzdar Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer:
Ji ber koça dawiyê ya dayika cenabê we, ez serexweşiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi behiştê şa bike û aramî û dilrehetiyê jî bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê