Pêgeha Herêma Kurdistanê li ser astê navdewletî bi awayekî giring tê temaşekirin

Alaya Kurdistanê
Alaya Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li astê navdewletî Herêma Kurdistanê berdewam cihê giringîpêdanê bûye û rolekê giring bi niyeta çarekirina arêşeyan gêraye. Ev yek bi awayekî eşkere di serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Amerîkayê de diyar dibe û nûnerê Herêma Kurdistanê jî bi şanda wî re tevlî civînan dibe.

Herêma Kurdistanê peywendiyeke dûr û dirêj bi Amerîkayê re heye û pêgeha Herêma Kurdistanê li ser astê navdewletî bi awayekî giring tê temaşekirin, wekî ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna xwe û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de raragehandibû, “Bi piştrastî ve em hevparên yek in û bi şanazî ve em dikarin bibêjin ku em hevparên Amerîkayê ne”. Antony Blinken jî piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya xweragir tekez kiribû.

Ev giringiya rolê Herêma Kurdistanê di serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Amerîkayê de diyar dibe û nûnerê Herêma Kurdistanê jî bi Serokwezîrê Îraqê re ye û tevlî civînan dibe.

Peywendiyên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê dîrokî ne lê piştî şerê DAIŞê û rolê Pêşmergeyan di şkandina wê de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Civaka Navdewletî û taybet Amerîkayê derbazî qonaxeke din bûn û navê Herêma Kurdistanê li ser nexşeyê navdewletî çirisî.

Ji bilî pirsa ewlehiyê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ji aliyê aborî jî ve taybet in, bi rengekî ku Hikûmeta Amerîkayê bi bihayê 300 milyon dolaran weberhênana rasterast di pêşxistina kertê petrol û gazê yê Herêma Kurdistanê de heye, ku yek ji tewerên serekî yên civîna Sûdanî bi Serokê Amerîkayê û berpirsên wî welatî re jî pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye.