Koçka Spî: Biden ji Netanyahu re ragehandiye ku tevlî çi êrîşeke dijî Îranê nabin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû zanyaran, Koçka Spî ragehandiye, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re ragehandiye, “Em tevlî çi êrîşeke dijî Îranê nabin”.
Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad ragehandiye, “Mafê Îranê ye ku bergiriyê ji xwe bike û pêngava wê jî sinordar bû”.
Herwesa Wezareta Derve ya Fransayê daxwazê ji welatiyên welatê xwe dike ku bi zûtirîn dem ji Îranê derbikevin.