Ebdula Hecî Mehmûd: Kabîneya Nehê li ser xizmetkirina kesûkarên şehîd û enfalkiriyan berdewam e

Ebdula Hecî Mehmûd
Ebdula Hecî Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em li ser qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan rijd in, herwesa Kabîneya Nehê li ser xizmetkirina kesûkarên şehîd û enfalkiriyan berdewam e”.

Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdula Hecî Mehmûd ji K24ê re ragehand, “Zêdebarî qeyranên darayî, Kabîneya Nehê li ser mezaxtina pereyê xwandinê ji bo kesûkarên şehîd û enfalkiriyan berdewam e, herwesa qerên wan ên kevn jî jê re hatine dan”.

Ebdula Hecî Mehmûd herwesa got, “Hem Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî berpirsan pirsa qerebûkirina kesşkarên şehîdan bi Hikûmeta Îraqê re zindî hêlaye û li ser wê kar dikin”.

Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Em li ser qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan rijd in”.

Enfal wekî jenosîda Kurdan tê nasîn, piroseyeke komkujiyê bû ku dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Rijêma Beis ve bi serokatiya Serokkomarê Îraqê yê pêncê Sedam Hisên ve piştî şerê Îran û Îraqê bi heşt qonaxan hat kirin.

Hêzên feyleqa yekê, feyleqa pêncê ya artêşa Îraqê û ketîbeyên bi navê Bergiriya Niştîmanî tevlî wê bûbûn û tevaya hêzên wan nêzî 200 hezar çekdaran bûn. Di tevaya qonaxên Enfalê de, 182 hezar welatiyên sivîl hatin windakirin û zêdetirî çar hezar û 500 gundan jî hatin wêrankirin.