Ebas Kazim: Îraq dikare bi rêya derxistina biryareke siyasî nebe pareke aloziyên deverê

Ebas Kazim
Ebas Kazim

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Bernameya Îraqê ji bo Civata Atlanticê di derheqa rewşa Îraqê û êrîşên Îranê bo ser Israîlê de radigehîne, “Ev demek e Sûdanî mijûlê danana pilanê ji bo serdana Amerîkayê bû”. Herwesa got, “Bi rêya derxistina biryareke siyasî, Îraq dikare nebe pareke aloziyên deverê”.

Berpirsê Bernameya Îraqê ji bo Civata Atlanticê Ebas Kazim li Waşintonê ji K24ê re ragehand, “Sûdanî di nav pêşveçûn û aloziyên navbera Israîl û Îranê de ber bi Waşintonê ve hat û ew êrîş sîberekê dixin ser asoyê danûstandinên navbera Sûdanî û berpirsên Amerîkayê”.

Berpirsê Bernameya Îraqê ji bo Civata Atlanticê got, “Çi gerentî nînin ku Îraq xwe ji agirê şerê Israîl û Îranê dûr bixe, hin welat bi awayekî ji awayan çûne nav wan hevrikiyan, wekî wan welatên ku bi Israîlê re hevsinor in”.

Ebas Kazim amaje jî da, “Îraq dikare bi rêya derxistina biryareke siyasî nebe pareke aloziyên deverê û alîgiriya çi welatekî neke”.

Navbirî eşkere jî kir, “Erkê Hikûmeta Îraqê ew e ku berjewnediyên xwe biparêze û pareke çareseriya hevrikiyan jî be”.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet duhî (Sêşem, 13ê Nîsana 2024ê) ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket. Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye bo Amerîkayê û dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.