Basim Ewadî ji K24ê re: Em dixwazin me peywendiyên dualî û hevseng bi Amerîkayê re hebin

Basim Ewadî
Basim Ewadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê radigehîne, “Serdana Sûdanî ji bo Amerîkayê giring e û em danûstandinan li ser lihevkirina Çarçoveya Stratejîk dikin”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî îro (Yekşem, 14ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Em dixwazin me peywendiyên dualî û hevseng bi Amerîkayê re hebin”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê got, “Aliyê ewlehiyê peywendiyên Îraq û Amerîkayê kontirol kirine, em dixwazin biguherim”. Herwesa got, “Vekêşana hêzên hevpeymanan dozeke giring e”.

Basim Ewadî amaje jî da, “Îraq û Amerîka li benda encamê Lijneya Serbazî ne û bi encamê wê pabend in jî”.

Navbirî eşkere jî kir, “Sûdanî dê bi Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê re bicive”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê ron jî kir, “Serdana Sûdanî ji bo Amerîkayê giring e û em danûstandinan li ser lihevkirina Çarçoveya Stratejîk dikin”.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet duhî (Sêşem, 13ê Nîsana 2024ê) ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket. Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye bo Amerîkayê û dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.