Welatên G7ê êrîşên Îranê şermezar dikin û piştevaniya Israîlê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Welatên G7ê bi koma dengan êrîşên Îranê şermezar dikin û piştevaniya Israîlê dikin.

Welatên G7ê di ragehandinekê de êrîşên Îranê yên li ser Israîlê bi awayekî tund şermezar dikin û daxwazê dikin ku tev alî xwe rabigirin û rewşê zêdetir aloz nekin.

Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê dibêje, “Me tevaya welatên G7ê êrîşên Îranê yên li ser Israîlê şermezar kirin, ew êrîş bi rengekê wesa bûn ku pêştir êrîşên wesa li ser Israîlê nehatine kirin. Em daxwazê ji tev aliyan dikin ku xwe rabigirin. Em dê ji bo aramkirina rewşê û yekser bidawîanîna qeyranana Xezeyê û ragehandina agirbestê li ser bizavên xwe berdewam bin”.

Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê amajeyê dide, “heftiya bê Civata Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa Rojhilata Navîn û di nav de jî Libnanê dicive”.

Artêşa Pasdarên Îranê roja Şemiyê, 13ê Nîsana 2024ê, seet 11:00 ê şevê, bi rêya bi dehan moşek û dronên bombekirî dest bi êrîşa xwe ya li ser Israîlê kir. ew êrîşa Tehranê bersiva kuştina heft endamên artêşa Pasdaran bû ku di êrîşeke Israîlê bo ser konsulxaneya wê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê de hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Israîlê Daniel Hegarî îro (Yekşem, 14ê Nîsana 2024ê) got, “Îranê heta niha 300 dron û mûşek avêtine Israîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin”.

Berdevkê artêşa Israîlê amaje jî da, “Artêşa Israîlê di têkbirina êrîşa Îranê de bi ser ket û tekez kir ku ew bûyer bidawî nebûye û artêşa Israîlê hîn di amadebaşiyê de ye”.

Berdevkê artêşa Israîlê herwesa got: “Îranê îşev karekî metirsîdar kiriye û dixwaze alozî li Rojhilata Navîn derkeve.”

Hegarî li ser bersiva Israîlê ji bo êrîşa Îranê jî got, “Pilan bi berdewamî têne amadekirin, em danûstandinan li ser pêguherkan dikin û ji bo parastina welatiyên xwe em dê her tiştî bikin.”