Berdevkê Artêşa Israîlê: Îran û Hemas dixwazin agirî berdin Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Artêşa Israîlê radigehîne, “Îran û Hemas dixwazin agirî berdin Rojhilata Navîn”.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari îro (Yekşem, 14ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Îran û Hemas dixwazin agirî berdin Rojhilata Navîn”.

Berdevkê Artêşa Israîlê herwesa got, “Îran li ser tevaya Rojhilata navîn metirsî ye”.

Daniel Hagari amaje jî da, “Îran her ji destpêka şerê Xezzeyê bizavê dike ku aloziyan berfiretir bike”.

Artêşa Pasdarên Îranê roja Şemiyê, 13ê Nîsana 2024ê, seet 11:00 ê şevê, bi rêya bi dehan moşek û dronên bombekirî dest bi êrîşa xwe ya li ser Israîlê kir. ew êrîşa Tehranê bersiva kuştina heft endamên artêşa Pasdaran bû ku, di êrîşeke Israîlê bo ser konsulxaneya wê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê de hatin kuştin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hegarî îro (Yekşem, 14ê Nîsana 2024ê) got, “Îranê heta niha 300 dron û mûşek avêtine Israîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin”.

Berdevkê Artêşa Israîlê amaje jî da, “Artêşa Israîlê di têkbirina êrîşa Îranê de bi ser ket û tekez kir ku ew bûyer bidawî nebûye û artêşa Israîlê hîn di amadebaşiyê de ye”.

Berdevkê Artêşa Israîlê herwesa got: “Îranê îşev karekî metirsîdar kiriye û dixwaze alozî li Rojhilata Navîn derkeve.”

Hegarî li ser bersiva Israîlê ji bo êrîşa Îranê jî got, “Pilan bi berdewamî têne amadekirin, em danûstandinan li ser pêguherkan dikin û ji bo parastina welatiyên xwe em dê her tiştî bikin.”